Helbestên Kurdî – Kurdish Poetry – Kurdische Poésie – Poèmes kurdes
ji helbestên
Geryana Dûr
Abdallah Osman
Çih Biharem?
Wê çih xweş ba em bûna xwedan biharan
Dil pê geş ban jîn şîno wek berya daran
Wê çih miz ba lem veda başur dîwaran
Rê bihuşt de pêk çûne me kurd hawaran
Wê çih baş ba em bûna ne girêvdaran
Gel Ferat ne tî birsî dagirt embaran
Wê çih şad ba lem veba bakur diyaran
Ararat re em bûna firwan bi yaran
Wê çih rast ba em bûna tund tollvedaran
Da hayba lem şehîd bi zengil guharan
Wê çih aşt ba em bûna yek bilî çaran
Da Newroz em hev pîroz ber nizmek aran
Wex çih bêjim em bûne kewên Adaran
Hên di guhman her dijêt qîr wîra zaran
Ka li kuh ma çarşema bi jehrebaran
Li Helebçe em pêman reş bextewaran
© ji helbestên Geryana Dûr, ABDALLAH OSMAN, Berlîn, çileya paşîn 1996.
Min ev helbesta bestandibû bi bona şerên birakujî li başurê Kurdistanê yên di navbera PDK û YNK de qewimîbûn û tê de bi hezaran mirovên kurdên hêja bê guneh bi destên kurdên xapandî hatibûn kuştin, der- û wîrankirin. Dijmantiya PKK bi PDK û YNK re di salên 1983-2003 de bûye sebeba kuştin û wîranbûna hezaran mirovên giranbiha. Hemû mirovên jîr û rûmetdar yên biyanî (ecnebî) yên li rewşa kurdan dimeyizînin, diramînin û li ser dinivisînin, loman li an dikin û dibêjin, kurdan ji xwe re gelekî bê aqil û bê wîjdan in.
………………………………………………………………………………………………………….
Gêriyem
(gêriyê sêling)
Rojek rojan xewnan dijîm
Tîjkên tafa bin de kewîm
Tozên çolan pirr pê gemrîm
Avzîn daran lez lê gerîm
Hêdî rewan ji xew vejîm
Sersî dirryan ez pê hesîm
Dîsan wîjdan dinyam basîm
Armanc dû re venahesîm
Doman dubar rêka qewîm
Dawî zeman ez pirr westîm
Zinar tenha kûr pê nalîm
Armanc dûr e venegerîm
Ezman zemîn bi we sêwîm
Binard stêrk şeng û hêvîm
Bighêm armanc hên ne mirîm
Hildim jiyan kara birîm
Ji nişkava nerm dibhîsim
Gêrîk sêling hûr dibînim
Kulak sêrak gav dimeyzim
Viyan çelek pê dimînim
Silav rêzan gêrî pirsîm
Kuh de diçêt ji wî xwasîm
Çih dilehbêt ber wî gerîm
Kulak kûtak pê re heyrîm
Bersiv wî da haciyê diçim
Deşt û baylan lê derbazim
Berî û zewam hên pêgihêm
Haciyê dûr e lê niyazim
Gêrî sêling pê re behcîm
Veger qurban ez sax westîm
Haciyê dûr e ez têbortîm
Qet naghênim da pirr xebtîm
Goya gêrî ez pê hezîm
Jiyan zor e lê pê gerîm
Awat hebê her dem dijîm
Gihêşt nebe her bo ejîm
Gêrî da rê dûr pê nirîm
Kulak kûtak gavên ez kîm
Pa gir ew ket da wî nebîm
Gêrî gêrî jê bir xwey hîm
© ji helbestên Geryana Dûr, ABDALLAH OSMAN, Berlîn, Tîrmeh 1995.
Çîroka Gêriyê sêling ji çandeya devokî ya serhildanên kurdan e. Haciyê yanê şengalê – pîrozgayê gerîna mirov ber Xwedayê – ye.
Hakarî Hakarî
Ger du çaw min kurd veçind
Li Hekarî xwey vejind
Ger rûmet min xwe pêvend
şerm gelê min bin dirrend
Ger li sergû bûd jê gend
Va jin zarên kurd nêwend
Ger serbazên turk pîsand
Li Hekarî kurd pêdand
Ger turk juhan dij me bend
An arab se dor me send
Ger acem re bê me Zend
Mên ser gûyên turk neheng
Ger me kurd re kir ne pend
Ji Hekarî bir ne seng
Ger her per me ket nepend
Va hawar me mê dereng
Ger bihevdin tund me bend
Jêm nabêt yek sist be hend
Ger vewerdin derd me rend
Jêm namêt yek simt be pend
Rev bidê se erk me mend
Ka ço ling me kewt ne kend
Dew na têr êt çay bê qend
Ka ço rû me nas ne xend
© ji helbestên Geryana Dûr, ABDALLAH OSMAN, Aprîl/Avrêl 1996.
Ev helbesta min bestandibû bi hoya peyamekî li ser rewşa jiyana law û keçên kurdan li devera Hekarî di televisiona alemanî de (ARD) li Berlînê, di rojên 21.-22.04.1996 de. Di dîmenên ARD de mindalên kurdan li ser serguyên leşkeriya faşîst ya turkan li tiştên xwerinê digeriyan û bo malên xwe komdikirin, dicihvandin, yanê zarên kurdan di welatê xwe de ji zibaleyên leşkerên dagîrkerên turkên segbav û bênamus xwe û malbatên xwe dijiyandin!
© ji helbestên Geryana Dûr, ABDALLAH OSMAN, Berlîn, 26.05.2000.
………………………………………………………………………………………………………….
Xemdiyarda nebînem!
Va diyarda nûh debînem ço li ax’ me gund neman
kewn sitara kûr pelînem zor ji bir me niştîman
Va siwara dû êşînem ço li hêz me ma guman
ka dibara zû neşînem kok nemaya va dijman
Va neyarda jor de kînem çû ji zar’ me zîz ziman
ne siyarda doz perînem ho pê gel me bûd raman
Va bêtara tu ne dînem turk jihuyên aleman
ka bêdara hûr kujînem va neyarên lem ferman
Va bijarda sûr dejîmen roj ne roz e zor deman
bû mijarda tûj kişînem şew şewat e ka yaman
Va bizara rût deçînem mêw jê zaye da pêman
ka mitala hûr tiwînem xêw ne daye asiman
Va peyada dol de xwûnem new nedaye ka me xan
da zarawa col debîsem kew nebaye ka hozan
Va şiyara hol gerînem dewl’ nemaye ka dîwan
ka diyara hor lê wîrem ewl’ me daye bên xwedan
Va mişara gul tê şînem xwî cefayem bîhn nedan
ha mezara gur pê şînem xwe birayêm şehîdan
Va hawara torr de bîrêm ço nemaye tollvedan
da seraya dur gihînem jor ebana me kurdan
© ji helbestên Geryana Dûr, ABDALLAH OSMAN, Berlîn, şibat/reşmal 1996.
Min ev helbesta bi bona şerên qirêj û pêlên şewtandin û wîrankirina gund û cihwarên kurdan li bakura Kurdistanê bi destên rêjîma leşkerî ya turkên faşîst di bin periştiya peymana hevbendiya leşkerî-stratêcî di navbera rêjîmên leşkeriya turkan (T. Çîler) û cihuyên Îsraêlê (Y. Barrak), bestandibû. Di wan salan de nizîkî 4500 gundên kurdan li bakur hatibûn vala- û xerabkirin û dorî 3 million gundiyan hatibûn qewtandin, bêserbankirin. Rêjîmên Alemanyayê û arabên Suriyayê ji sala 1993 de bi hev re PKK qedexekiribûn û bikardihênan. Barê ko PKK û Abdallah Ocalan ji şamê, Qirdaha û Libnanê ve rakirîbû ji wan mestir derkeft: Berxwedana çekdarî bi zimanê turkî bo serxwebûna Kurdistanê!
………………………………………………………………………………………………………….
Rê xwe darim
Ji du çawim jê dû avim
Ezda yarim ket me bar
Jor biharim jêr pezarim
kurd bû zarim hên li war
Zer ji ro de tarî jêr de
bê bijarim zew me xwar
Ner bakur de ner rova de
rê xwe darim dê me çar
© ji helbestên Geryana Dûr, ABDALLAH OSMAN, Berlîn, 17.12.1999.
………………………………………………………………………………………………………….
Siware
Dem demar e jê dibar e va me xwûn
çem diwar e ka lê ware se me rûn
Jîn dewar e me siwar e em debûn
dîn hewar e ta me dar e gir wî şûn
© ji helbestên Geryana Dûr, ABDALLAH OSMAN, Berlîn, 22.04.1999.
Girawê Dervayem
Bûm girawê nawa derya kes ne dar e pêm jiyan
gum pêla yên ava ferya bes kenar e serm giyan
Bûm zirawê kawa dirrya hes ne çar’ e kêm viyan
gum pêlanên Hêva firya des ne bar e germ e can
Bûm de yarê benda kelya jîn bêtar e ley ne zan
xum biwarê çaya arya çîv zinar e heyla man
Bûm siwarê nava ber’ya col zîya ye nem sîyan
dom peyarê sawa zerya çîn sitar e mêw ne dan
© ji helbestên Geryana Dûr, ABDALLAH OSMAN, Berlîn, Avdar 1996.
Tek e dengem ji …!?
Bûm nedarê yek sor gulem
pêm biharê kişim bîn
Dom guharê gengek bellem
dem siwarê gel we jîn
Dûr ji Baylan kurd jê bûnem
ha awarem li Berlîn
Roj keserem dû pê geşem
her êvaran te we hîn
© ji helbestên Geryana Dûr, ABDALLAH OSMAN, Berlîn, 30.07.1996.
Ravejîn
Ar te jîn em ro te dîn em
ba rabûnet xwey dedem
Şam hewînem kurd hezînem
Rom rovayêt ser de nerm
Har va kînem toll li kî nem
xwas neyarêt jêr di gem
Jar ne vînem kar pê hînem
pîr peyamêt şîr bo dem
© ji helbestên Geryana Dûr, ABDALLAH OSMAN, Berlîn, 20.04.1999.
Aferîn
Aferînem li Afrîqayê Adem danînem li Amed Xwedayê
Ewr û bayem li Europayê Hewa derînem li Amad Kurdayê
Asîhayem li Asîyayê Aden gerînem li Amud Ezdayê
Ew gir dayem li Batîmanê Agrî hejînem ji Hamad Medayê
© ji helbestên Geryana Dûr, ABDALLAH OSMAN, Berlîn, 03-1996.
………………………………………………………………………………………………………….
Behrbecokem
Ew te gote ez serokem va gelê me bê melek
me te kirde pêş beroke ka tewanêt ka jîrek
Ew te gote ne kevokem va gelê me her dîrek
me te kirde ser meroke ca diqîqêt d’ arab pînek
Ew te gote ha bizavêt dem de kurte azad parek
me te birde nav welatêt da bibînêt kurd tek bi tek
Ew te gote tu dikarêt va neyaran bişêt birrek
me te kirde dîk hêzayek ca hêk didête tirkên virrek
© ji helbestên Geryana Dûr, ABDALLAH OSMAN, Berlîn, 19.04.1996.
………………………………………………………………………………………………………….
çih Berlînem … kî Afrînem!?
Ne şewyek bê xew dimînem
ne rojyek roşeng dibînem
Ne salyek bê yar ejînem
ma zeman çih soz birrînem
Her caryek te b’ yad dihênem
her hewlek ji te dibhêsem
Her rêzyek bi dest dixwênem
hew qasan xeman dikşênem
Bê carem li te dinhêrem
ne şadem ger tu li bîrem
Tev kulem ji te diwîrem
ma felek min çih dirrînem
Ger kurdît heyran Berlînem
çih kurdêt ba te nabînem
Pirr heyfan li aryêt barînem
hey Meda va çih zîndînem
Ba Xwedêt heyran Efrînem
cih di xwûnêt gazan helînem
Ba kurdêt wexan Berlînem
da rabêt be we jîndînem
her rojyek Aryan zerînem
Her salyek Viyan dijînem
ta b’ Meda l’ cîhan vejînem
© ji helbestên Geryana Dûr, ABDALLAH OSMAN, Berlîn, Pûşber-Berfanbar 1995.
………………………………………………………………………………………………………….
Geryana Dûr
Ger li Zemîn her bigerêt
tu yî li cihan pirr bebînet
çih çê şan dê bidestxînêt
Ger li azman tu binhêrêt
stêrk û gerdûn dûr bibînêt
tu jî bê geryan qet namînêt
Xewn te ji xew zû rabikêt
pa rast û kar lez bibezêt
encam û berhem dê bidesthînêt
Ger ji welat tu tim hezbikêt
kul hewlên gelan pê nasbikêt
her bar rakêt dê bilind bijêt
Geryan dûr e heyran mebêt
ustan berz e dilge ş bibêt
jiyan xwe ş e şahî bidêt
© ji helbestên Geryana Dûr, ABDALLAH OSMAN, Berlîn. Havîn
………………………………………………………………………………………………………….
Zîna
Ez va Zîna dem di bînem
bo çih jînem ber wê dam
Min ha hîna qey ne wê cem
ber çih vînem bê wê kam
Va de roz e wa de hoz e
bo çih min re va te ram
Ma te rova key ne koz e
ber çih min ra roy meram
Ez wê kî ne pay ne doz e
bij evîna Mamê Zînem
………………………………………………………………………………………………………….

